1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ziman daxwazek bingehîn a partiyên Kurd bû çima niha jê digerin?"
"Ziman daxwazek bingehîn a partiyên Kurd bû çima niha jê digerin?","ziman,daxwazek,bingehîn,a,partiyên,kurd,bû,çima,niha,jê,digerin,"

"Ziman daxwazek bingehîn a partiyên Kurd bû çima niha jê digerin?"

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku ew ji daxwazên Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) ji bo vegerandina materyalên hikumeta Şamê ecêb mane. Rewşenbîr û siyasetmedaran şopandina rêgeza berxwedanê û parastina zimanê dayîkê piştrast kir

A+ A-

ENKS`ê daxwaza vegerandina fêrkirina materyalên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Li hemberî vê daxwazê, nerazîbûnên gelêrî û civakî yên li herêmê derketin pêş.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê lêkolîner û helbestvan Xelîl Muslim Ebo got: “Yê ku gelan cuda dike ziman e. Çanda her gelekî bê ziman temam nabe. Her gelek fêrî zimanê xwe dibe û dide fêrkirin. Zimanê Kurdî li gorî tê xwestin pêş neketiye ji ber çewisandina ku li dijî gelê Kurd hatiye meşandin.”

`XWENDEKARÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI ZIMANÊ DAYÎKÊ FÊR DIBIN`

Ebo wiha domand: “Divê em zimanê xwe biparêzin da ku xwe birêxistin bikin nexasim di vê demê de. Xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Turkmen li gorî sîstema fêrbûna zimanê dayîkê dixwînin. Em fêr dikin û zimanên din jî fêr dibin.”

Ebo di nav gotinên xwe de diyar kir ku li gel ewqas derfet çêbûne, lê Kurd negihîştin tu çareseriyekê. Lewra hêvî kir ku partiyên siyasî çareseriyên guncew peyda bibin û ji bo parastina zimanê dayîkê li hev bikin.

Siyasetmedar û girtiyê berê di girtîgehên hikumeta Şamê de Osman Elî Osê derbarê mijarê de wiha hestên xwe rave kir: “Daxwaza ENKS`ê ji bo guhertina materyalên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsbat dike ku ENKS`ê nûnertiya gelê Kurd û doza wî nake lê belê nûnertiya dijminên Kurdan û planên wan ên tunekirina çanda Kurdî dike.“

Osman Elî wiha pê de çû: “Ji bo zimanê Kurdî û piştî ku ez tev li yekemîn partiya Kurd di sala 1958`an de bûm, desthilata Şamê ez girtim. Wê demê armanca me pêşxistina zimanê Kurdî bû. Niha ez ji daxwazên ENKS`ê matmayî mame. Çawa em ê dev ji zimanê Kurdî berdin û dîsa materyalên hikumeta Şamê bidin xwendin. Piştî ku me ewqas gav di warê materyalên bi zimanê dayîkê avêtin.”

`GELEK ŞERM E HÛN ÎDIA BIKIN KU NÛNERTIYA KURDAN DIKIN Û DEV JI ÇANDA XWE BERDIDIN` 

Osman Elî Osê di nava gotinên xwe de peyamek da ENKS`ê û got: “Gelek şerm e hûn îdia bikin ku hûn nûnertiya tevgera Kurdî û gelê Kurd dikin. Di hema demê de hûn dev ji çanda xwe ber didin. Divê hûn li xwe vegerin û piştgiriya rêveberiyê bikin da ku zimanê Kurdî bi awayekî bêtir pêş bixin ji bo ku winda nebe.”

`ZIMAN DAXWAZA BINGEHÎN A PARTIYAN JI DESTPÊKA DAMEZRANDINÊ VE BÛ`

Endamê Yekitiya Rewşenbîran helbestvan Izedîn Muslim da zanîn ku ziman nasnameya her gelekî ye û pê tê naskirin. Gelê Kurd jî ji ber siyasetên çewisandin û qirkirinê di dirêjahiya serdeman de azar kişandin. Îro jî li gel hebûna ewqas destkeftî divê gelê Kurd zimanê xwe pêş bixe û xwedî lê derkeve li şûna bi zimanekî din were guhertin.

Izedîn Muslim domand û got: “Ziman daxwaza bingehîn a partiyên Kurd ji destpêka damezrandinê ve bû. Partî li ser vê esasê xebatên xwe didan meşandin. Lê îro piştî ku derfet çêbû ku em bi zimanê xwe fêr bibin çima em gavan paşde bavêjin?”

Li gorî Muslim daxwazên hin partiyên siyasî yên di vê dawiyê de ji bo guhertina zimanê Kurd bi zimanê Erebî Şaştiyek mezin e. Li gorî wî piştî ewqas berxwedanî û fedekariyên ku hatine dayîn, nepêkane materyalên heyî bêne guhertin, ji ber ku ziman xetek sor e û rê nadin vê yekê.

Muslim di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ziman û ax hêmanên sereke yên her neteweyekê ye. Heke gel xwedî li van hêmanan derneket wê nasnameya xwe winda bike.

`ŞERM E ZIMAN Û ÇAND BIBIN ŞERTÊN DAN Û STANDINÊN PÊKANÎNA YEKITIYA KURD`

Her wiha siyasetmedar Osman Îsmaîl Remadan got: “Şerm e, ziman û çand bibin şerta dan û standinên pêkanîna yekitiya Kurd. Daxwazên ENKS`ê cihê nerazîbûnê ye. Ji ber ku fêrkirina ziman û çanda me ji demek dirêj ji bo hesretek bû. Xewnek bû ku ev fêrî zimanê Kurd bibin. Îro jî ev xewn pêk tê û zimanê Kurdî li herêmên me bûye rastiyek.”

Osmanî Elî îşaretpê kir ku ji bo pêkanîna aştiyê ji bo gelê Kurd û parastina ziman û çanda gelê Kurd, gelek ciwan şehîd ketin. Bi saya wan bi deh hezaran xwendekar û bi sedan mamsote fêrî zimanê xwe bûn. Osman Elî wiha gotinên xwe berdewam kir: “Niha jî hinek jî derketinê hole dibêjin dev ji ziman û çanda xwe berdin. Mîna ku dibêjin dev ji nasnameya xwe berdin.”

Remadan di dawiyê de got: “Dibê qey ENKS ji me re dibêje xwe radestî dewleta Tirk bikin û xiyanetê li xwîna şehîdan bikin. Divê ew ji wê tartiyê derkeve. Ji ber ku hemû baş dizanin çi diqewime. Divê ji hemêza dijmin derkeve û piştgiriya birayên xwe yên Kurd bikin. Çareseriya tekane yekitî ye.”

(şx)

ANHA